Cîhan
Amerîkayê balafirên xwe ji baregeheke Brîtanyayê veguhestin
PeyamaKurd - Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journal, ji ber gefên Îranê, artêşa Amerîkayê balafirên xwe yên leşkerî ji baregeheke duyemîn a li Brîtanyayê (RAF Mildenhall) derxistin û ber bi herêmên din ve veguhestin.
Hat diyarkirin ku Amerîkayê di herdu baregehên RAF Mildenhall û RAF Lakenheath de asta ewlehiyê bilind kiriye û her wiha di meha Îlonê de jî ji ber bûyereke ewlehiyê ya bi Îranê ve girêdayî, balafirên xwe yên bombavêj ji baregeha RAF Fairfordê vekişandibû.
Ev gav di demekê de tê avêtin ku aloziyên di navbera Washington û Tahranê de didomin û Spaha Pasdaran berê gef li van baregehan xwaribû.