Cîhan
Amerîkayê banka Iraqê ceza kir
PeyamaKurd - Wezareta Darayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku wan dorpêç danîne ser Banka Geşepêdana Navdewletî ya Iraqê ji bo Veberhênan û Darayiyê.
Di daxuyaniya DYAyê de banka navborî bi hêsankirina gihîştina Îranê ya bi dolarên Amerîkî û domandina peywendiyên darayî yên ligel saziyên dewleta Îranê û komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Iraqê tawanbar kir.
Hêhajî gotinê ye ev gav di çarçoveya hewldanên Washingtonê yên ji bo birîna xetên darayî û astengkirina qaçaxçîtiya dolaran a ber bi Îranê û milîsên wê yên herêmî de hat avêtin. Sizayên Amerîkayê yên li ser sîstema banka navendî û bankên bazirganî yên Iraqê zextên aborî û siyasî yên li ser Bexdayê zêdetir dikin.