Amerîkayê berê xwe da Girava Xargê: Pentagon şandina 3 hezar leşkerên taybet dinirxîne
PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di hefteya çaremîn a şerê li dijî Îranê de amadekariya qonaxeke nû dike. Li gorî raportên nû, Pentagon li ser şandina nêzîkî 3,000 leşkerên elît ji bo girtina kontrola Girava Xargê, ku navenda herî krîtîk a hinartina petrola Îranê ye, lêkolîn dike.
Firqeya 82yemîn a Hewayî di amadebaşiyê de ye
Rojnameya New York Times (NYT), li ser zarê rayedarên parastinê ragihand ku berpirsên payebilind ên Pentagonê dixwazin “Hêza Bersiva Bilez” (Immediate Response Force) a Firqeya 82yemîn a Hewayî ya Artêşê bi cih bikin. Ev yekîneya taybet a ku ji 3,000 paraşûtvanan pêk tê, xwedî şiyaneke wisa ye ku dikare di nava 18 saetan de li her devera cîhanê daketina leşkerî pêk bîne.
Tê ragihandin ku armanca sereke ya şandina van leşkeran, girtina kontrola fîzîkî ya Girava Xargê ye. Ev girav ji bo aboriya Tehranê wekî “bihêrka jiyanê” tê naskirin. Pisporên leşkerî diyar dikin ku dagirkirina vê giravê dê şiyana Îranê ya ji bo bikaranîna petrolê wekî çekekê bi temamî ji holê rake. Her çend plana operasyonê li ser maseyê be jî, hat destnîşankirin ku hîn fermana dawî ji aliyê Pentagon an Fermandariya Navendî (CENTCOM) ve nehatiye dayîn.
Pentagon: “Ewlehiya operasyonel”
Pentagonê bi awayekî fermî red kir ku li ser vê raporê şirove bike. Berdevkekî Pentagonê ji bo medyaya Amerîkî got:
Ji ber sedemên ewlehiya operasyonel, em li ser kiryarên pêşerojê yan jî senaryoyên muhtemel nîqaş nakin.”
Gefên Trump û “sedemên exlaqî”
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di 13ê Adarê de ragihandibû ku wan li Girava Xargê bombebarana herî giran a dîroka herêmê pêk aniye û hemû hedefên leşkerî wêran kirine.
Trump li ser platforma Truth Socialê diyar kiribû ku wî heta niha “ji ber sedemên exlaqî” binesaziya petrolê ya giravê neçirandiye, lê hişyariyeke tund da:
Heke Îran rê li ber derbasbûna azad a keştiyan di Tengava Hurmizê re bigire, ez ê vê biryara xwe tavilê biguherînim.”
Ev geşedan nîşan didin ku Amerîka amade ye ji bo vekirina Tengava Hurmizê û têkbirina rejîma Tehranê operasyoneke bejayî ya rasterast li dijî Îranê bide destpêkirin.