Cîhan
Amerîkayê cihê perwerdeya leskerên tirk a S-400an xist lîsteya res
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku baregeha Rûsî ya Gatchina ya cihê perwerdeya leşkerên tirk xistine nav lîsteya dorpêçan.
Di lîsteya nû ya dorpêçan de ku bi şanenava Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Christopher A. Ford hat belavkirin de, Baregeha Gatchina ya perwerdeya moşekên ji bejayî bo hewayê ketiye nav lîsteya dorpêçan ku leşkerên tirk jî ji bo bikaranîna S-400an li wir têne perwerdekirin.