TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê ew hisyar kir: Birçîkirinê, wekî çek bi kar neyne!

Ruken güler
Nivîskar
📅 10 gulan 2023 19:30

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, piştî hewildanên vekirina korîdora genimî ya Behira Reş, daxuyanî da û di vê daxuyaniyê de hem spasiya Tirkiye û NYê kir hem jî rexneyên tund li Rusyayê kirin.

Antony Blinken, li ser hewilên wan ên vekirina koridora genimî ya Behira reş, spasiya rayedarên Tirkiyeyê û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterress kir.

Blinken, piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê James Cleverly re li Washingtonê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku di hevdîtinê de şerê Ukrayna û Rusyayê, pêşbaziya bi Çînê re mijarên ewlekariya herêmî û cîhanî hatine nirxandin û got,

"Me li ser pêwîstiya lezgîn a berfirehkirina Înîsiyatîfa Genimî ya Behra Reş jî nîqaş kirin. Rusya, di van rojên dawî de careke din vegeriya ser kiryara ku rê li ber çûna keştiyan ber bi benderên Ukraynayê ve girêdide. Kêmkirina rêjeya xwarina ku diçe bazarên cîhanê, ji mirovên hewcedarê xwarinê li Afrîka, Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê.

Em spasiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û hevkarên xwe yên li Tirkiyeyê dikin ji bo hewilên wan ên bêwestan ên ji bo şikandina xitimandinê. Divê cîhan ji çend heftayan carekê bi bîr neyne ku birçîbûna mirovan di şerê Moskowê li dijî Ukraynayê de wekî çekek bi kar neynin.”

Parve bike: