Amerîkayê, hejmara wendahiyên ser ragihand!
PeyamaKurd- Serokerkanê Amerîkayê Orgeneral Mark Milley, di derbarê şerê navbera Rusya û Ukraynayê de li ser wendahiyên aliyan, hin dane parve kirin. Li gorî Mark Milley, bi sed hezaran wendahiyên leşkerî û sivîl hene.
Mark Milley, bi rêya daxuyaniyekê wendahiyên artêşa Rus û artêşa Ukraynayê ku bi raya giştî ya cîhanê re parve nakin, agahî dan. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, nêzîkî 100 hezar leşkerên Rus û 100 hezar leşkerên Ukraynayê hatine kuştin an jî birîndar bûne û ji bilî wendahiyên leşkerî; nêzîkî 40 hezar sivîl jî di vî şerî de bûne qurbanî.
Serokerkan Mark Milley da zanîn ku giranbûna daneyên wendahiyan, dibe ku ji bo destpêka hevdîtina rayedarên Ukrayna û Rusyayê bibe sedema qanihbûnê. Milley diyar kir ku wendahiyên aliyê Rus çiqas bin, heger heye ku yên Ukraynayê jî ewqas zêde bin.
Her wiha ji aliyê rayedarekî Rojavayî ve jî hat ragihandin ku di vî şerê dewam dike de wendahiyên çêbûne, wekî encamên herî giran derbasî qeydan bûne.