Amerîkayê, hemû çekên xwe yên kîmyewî ji nav birin
PeyamaKurd- Rêxistina Çavdêr a Çekên Kîmyewî ya Cîhanê ragihand ku Amerîkayê çekên xwe yên dawî yên kîmyewî, ji nav birine.
Di agahiyan de hat destnîşankirin ku di çarçoveya Peymana Qedexekirin û Wêrankirina Çekên Kîmyewî de li Amerîkayê hemû çekên kîmyewî tevî Arsenalê ku mezintirîn çeka kîmyewî ya cîhanê ye, hatin jinavbirin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku stokên çekên kîmyewî yên li Depoya Artêşa Blue Grass a li Kentucky bi temamî ji holê hatine rakirin.
Li gorî agahiya rojnameya The New York Timesê hat ragihandin ku çeka kîmyewî ya herî mezin a cîhanê Arsenal a ku di Wargeha Artêşa Blue Grass de ye jî hatiye jinavbirin.
Serokê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) Fernando Arias li ser mijarê got: "Hemû stoqên çekên kîmyewî yên ku hatine ragihandin, bi awayekî bê veger hatine jinavbirin.”
Her wiha hat zanîn ku li gor Peymana Çekên Kîmyewî, rayedarên Amerîkayê soz daye ku heta 30ê Îlonê çekên xwe yên kîmyayî yên mayî ji nav bibin.