Amerîkayê Hikûmeta Iraqê pîroz kir
PeyamaKurd – Amerîkayê, ji ber ku hilbijartinên giştî yên Iraqê bi gelemperî aştîyane derbas bûn, Hikûmeta Iraqê pîroz kir û diyar kir, ew hîn li benda pejirandina encamên fermî ne.
Berdevka Qesira Spî Jen Psaki ji rojnamevanan re da zanîn; Em Hikûmeta Iraqê pîroz dikin ji ber ku soza xwe ya pêkanîna hilbijartinên pêşwext bi cih anî.
Li gor encamên destpêkê yên ku roja Duşemê hatin eşkerekirin, partiya el- Muqteda Sedir di hilbijartinên Parlemantoya Iraqê de, dengê herî zêde girtiye.
Encamên qismî destnîşan dike, Sedir ji 329 tevahiya kursiyên di Parlamentoyê de, zêdetirî 70 kursî bi dest xistiye
Ajansa Reutersê eşkere kir, serokwezîrê berê Nûrî el-Malikî li gor encamên destpêkê, serkeftina herî mezin a duyem wergirtiye.
Berdevke Wezareta Karên Derve ya Amerîka Ned Price jî eşkere kir, divê hikûmeta nû ji bo çareserkirina pirsgirêkên rêvebirî, ewlekarî û aborî yên Iraqê bixebite. Berpirsê Sîyaseta Karên Derve ya Yekîtiya Ewropa (YE) Josep Borrell jî diyar kir, heke di hilbijartinê de îdayên binpêkirinan hebin, wê çaxê pêwîst e ew demildest li gor pîvanên heyî bêne nirxandin.