Cîhan
Amerîkayê ji bo êrîsê xerîteyek amade kir!
PeyamaKurd- CIA û Pentagon 22 cihên krîtîk yên eydê rejîma Sûriyê derxistin. Di nava van cihan de navendên milîsên şiî yên ku piştgiriya Îranê li ser wan e û baregehên Humûs û Tartûsê jî hene ku di van baregehan de leşkerên Rûsyayê jî hene.
Hat ragihandin ku ji bo êrîşkirina van cihan Amerîka, Brîtanya, Fransa û Îsraîl wê bi hev re bixebitin. Bombebarana van baregehan wê bi moşekên deryayî, hewayî û bejî pêk were.
Pisporê pêwendiyên navnetewî yê ji Sûriyê Zekeriye Molahafci got ku Amerîkayê xerîteyeke hûr û kûr ji bo hedefan amade kiriye û wê ji bîstan zêdetir cihan hedef bigirin.
Hat ragihandin ku di nava van baregehan de baregehên li Dêra Zorê, Reqqa Humûs, Şam, Tartûs, Hama û Hesekê jî hene.