Cîhan
Amerîkiyan ji bo serkeftina Kurdan dia kir
PeyamaKurd – Xelkê Amerîkayê ku bi taybet piştî vekişandina leşkerên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê û êrîşên Tirkiyê xwe li hember Kurdan gunehbar dibînin, xwedîderketine baş ji bo Kurdan nîşan didin.
Li paytexta Amerîka Washingtonê bi sedan xelkên Amerîkî ji ol û baweriyên cuda kom bûn û ji bo Kurdan dia kirin.
Amerîkiyan ji ber qurbanîdana hêzên Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de spasiya wan kirin û rêz li vê têkoşina Kurdan girtin.
Di merasîma ku li Washingtonê hat sazkirin û bi sedan xrîstiyan û cihû beşdarî kirin de, ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku di bin êrîşan de, dia û nimêj hatin kirin û serkeftina wan hat xwestin.
Herwiha posterekî mezin ku wêneyê Pêşmerge li ser e jî li Washingtonê hatiye danîn.