Cîhan
Amnesty: Talîbanê 13 kesên sîe îdam kirin
PeyamaKurd - Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty International) ragihand ku Tevgera Talîbanê bêyî dadgehîkirinê 13 kesên ji pêkhateya Hezare yên şîe îdam kirin.
Ajansa APyê ragihandiye ku li gor lêkolînên Amnestyê hejmarek xelkê Hezare li gundê Kahur ê wîlayeta Daykindî hatine îdamkirin ku ji wan 11 kes endamên hêzên hikûmeta berê ya Afganistanê bûn.
Herwiha 3 kesên hatine îdamkirin jî sivîl bûne ku yek ji wan jî keçeke 17 salî bû.
Pêkhateya Hezare %9ê niştecihên Afganistanê pêk tîne û ji ber ku Şîe ne, gelek caran dibin armanc.
Heta niha her du berdevkên Tevgera Talîban Zebîhullah Mucahid û Bîlal Kerîmî bersiva ajansa AP nedane ku ajansê daxwaza daxuyaniyekê kiriye.