TR KU SO
FB X
Cîhan

Amrîka, Fransa û Brîtanya: Em ê dîsa lê bixin!

Admin V
Nivîskar
📅 22 tebax 2018 14:52

PeyamaKurd- Di 14ê Nîsanê de Amerîka, Fransa û Brîtanyayê li Rejîma Esed xistibûn û vê carê jî van dewletan Esed tehdîd kirin û gotin ku heke Esed çekên kîmyewî bi kar bîne, em ê dîsa lê bixin.

Amrîka, Fransa û Brîtanyayê li ser bikaranîna xaza sarînê ya li Xutayê hatibû bikaranîn, daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em careke dî nîşan didin ku em li dijî çekên kîmyewî ne. Ku Rejîma Esed çekên kîmyewî bi kar bîne, em ê dîsa bersiva wî bidin. Me biryar standiye ku em nehêlin Rejîma Esed çekên kîmyewî bi kar bîne û heke bi kar bîne em ê rejîm wekî berpirs qebûl bikin.”

Parve bike: