Analîz | Di vê hefteya dawî de çi bi dolarî hat?
PeyamaKurd- Dolar heta dawiya meha Temûzê jî li dora 4.80yî diçû û dihat. Lê belê piştî ku di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de erkdaran dengên xwe li dijî hev bilind kirin, di serê meha Tebaxê de dolar di carekê de bilind bû û asta 5.00 TLyî derbas kir. Di nava hefteyê de gengeşiyan dewam kir û dolar jî ji asta 6.00ê derbas bû. Bi vî rengî TL.yê Tirkiyê di hefteyekê de ji %27 qedrê xwe li dijî dolarî winda kir. Ji serê salê heta niha jî ji %45 qedrê xwe winda kir.
Di serê Tebaxê de ji ber ku Tirkiyê Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson berneda, Amerîkayê li dijî Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê dorpêç danî. Piştî vê geşedanê, dolar bilind bû.
Li dijî van gavên Amerîkayê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di mitînga Bayburtê de got ku li dijî hemî êrîşan jî em ê mezin bibin.
Alema karsaziyaTirkiyê jî ji bo hukûmetê desteka xwe nîşan da. Komel û saziyên karsazên Tirkiyê di civîna Wezîrê Maliyê û Xezîneyê Berat Albayrak de cihê xwe girtin
Tam jî di dema ku Berat Albayrak civîn dikir de, Serokê Amerîkayê Donald Trump li dijî Tirkiyê li ser hesabê xwe yê twitterê hinek mesaj weşandin. Di mesajên xwe de Trump wiha got: “Têkiliyên me û Tirkiyê xirab in. Niha jî ez ê baca hesin û polayê ku ji Tirkiyê tê du qat bikim.”
Li ser vê yekê dolar roja înê nêzîkî asta 7.00ê bû. Dolar heta 6.87ê derket û paşî jî heta 6.43yê daket.
Euro bi 5.87an dest bi hefteyê kir û heta bi 7.78an jî derket û bi 7.34ê hefte girt.
Sterlînê Îngîlîzî di destpêka heftê de 6.6 bû û di nava heftê de derkete heta asta 8.73yê û taliyê bi 8.19ê hefte girt.