Cîhan
Anketa dawî: Tifaqa Cumhûrê rayan winda dike!
PeyamaKurd- Şirketa Lêkolînê ya bi navê Remresê ji bo Hilbijartina 24ê Hezîranê ya Serokomariya Tirkiyê pirsnameya xwe ya dawî weşand. Li gorî pirsnameyê Tifaqa Cumhûrê rayên xwe winda dike û Tifaqa Miletî rayên xwe zêde dike.
Li gorî Şirketa Remresê ji bo Hilbijartina 24ê Hezîranê rêjeya rayên partiyan wiha ye:
Tifaqa Cumhûrê: %43.9
Tifaqa Miletî: %43.5-43.7
HDP: %12.1
Li gorî Remresê ji bo Hilbijartina 24ê Hezîranê rêjeya rayên namzetan jî wiha ye:
Recep Tayyip Erdogan: %42.2
Muherrem Înce: %24.6
Meral Akşener: %16.9
Selahattin Demirtaş: %12.3
Temel Karamollaoglu: %3.8
Dogu Perinçek: %0.2
Li gorî van encaman, Hilbijartina 24ê Hezîranê, dimîne tûra duyem. Di tûra duyem de jî rayên HDPê wê encamên hilbijartinê tayîn bikin.