Ann Linde: “Hêzên xwe ji axa Sûriyê vekisînin”
PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Îsweçê Ann Linde bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu re derket ber çapemeniyê û di civîna çapemeniyê de Linde daxwaz kir ku Tirkiye ji Azerbeycanê û Sûriyê vekişe û binpêkirina mafên Kurdan rawestîne. Wezîr Linde her weha behs kir ku Tirkiyê li Qerebax û Lîbya heya Sûriyê aloziyan zêde dike û divê dev ji derxistina aloziyan berde.
Mevlud Çavuşoğlu jî van tewanan red kir û weha got:
“Hûn bi çi wesfî ji me daxwaz dikin ku em ji Sûriyê vekişin. Hûn nikarin daxwazeke weha ji me bikin. Di dîplomasiyê de gotinekî weha tineye.”
Çavuşoğlu hem got ku li Awrûpayê an dewletekî weka Îsweçê PKK û FETÖ dikarin bi serbestî tevbigerin lê ew li Tirkiyê terorîstin û Awrûpa piştevaniya wan dike.
Mevlut Çavuşoglu di civîna çapemeniyê de got ku Îsweç bi pişta PKK ê deverên ku di destên Tirkiyê de ne, ji wan bistînin û bi 3 mîlyon koçberên Sûriyê Awrûpayê tehdîd kir.