Artêşa Îranê bi dronan êrîşî baregeha DYAê ya li Kuveytê kir
PeyamaKurd - Artêşa Îranê ragihand ku sibeha roja Çarşemê (18ê Mijdara 2026an) bi rêya balafirên bêmirov (dronan) û balafirên bombebarkirî êrîşî baregeha esmanî ya Elî es-Salim a li Kuveytê kiriye.
Di daxuyaniya Îranê de hate diyarkirin ku di vê êrîşê de sîstemên parastina esmanî yên Patriot û rampayên avêtina fûze û dronan ên artêşa DYAê hatine armanckirin û lêxistin.
Beriya daxuyaniya Îranê, artêşa Kuveytê dabû zanîn ku hêzên wan bersiva êrîşên dronan ên dijminane dane û ji bo parastina ewlehiyê banga baldariyê li welatiyên xwe kiribû.
Li Bahreynê jî sîstemên parastinê ketin dewrê
Hevdem li gel vê geşedanê, artêşa Bahreynê jî daxuyaniyek belav kir û helwest û êrîşên Îranê yên li ser axa xwe wekî "sîstematîk û dijminane" binav kir.
Hat ragihandin ku sîstemên parastina esmanî yên Bahreynê bersiva rêzefîşek û êrîşên esmanî yên Îranê dane.
Wezareta Karên Navxweyî ya Bahreynê ji bo parastina ewlehiya sivîlan hişyarî da gel ku heta rewş aram dibe ber bi cihên ewle ve biçin.