Artêşa Îsraîlê Keleha Şeqîfê ya stratejîk kontrol kir
PeyamaKurd - Wezîrê Beravaniyê yê Îsraîlê Israel Katz da xuyakirin ku artêşa wan di çarçoveya berfirehkirina operasyonên bejayî yên li başûrê Libnanê de, bilindahiyên Şeqîfê û Keleha Şeqîfê (Beaufort) ya stratejîk a li herêma Nebetiyeyê bi temamî kontrol kiriye.
Katz destnîşan kir ku ev pêngav bi rênimayiyên Serokwezîr Netanyahû hatiye avêtin û hêzên wan bi derbaskirina Çemê Lîtaniyê re dest danîne ser vî cihê girîng daku ewlehiya herêma Celîleyê biparêzin.
Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) jî ragihand ku wan ev operasyon beriya çend rojan li herêma bilindahiyên Şeqîfê û Wadî Siloqî (Saluki) li dijî jêrxaneya leşkerî ya Hizbullahê ya bin rênimayiya Îranê dest pê kiriye.
Hevdem medyaya Îsraîlê dîmenên bilindkirina ala Îsraîlê û Lîwaya Golanî li ser Keleha Şeqîfê weşandin ku li bakurê çem hîn jî pevçûn berdewam dikin.