TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêşa Îsraîlê: Stokên Hizbullahê dikarin 2 mehên din agir bidomînin

Admin İ
Edîtor
📅 03 nîsan 2026 15:18

PeyamaKurd - Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand ku li gorî nirxandinên leşkerî, Hizbullah hîn jî xwediyê 8,000 heta 10,000 rokêtan e.

Li gorî daxuyaniyê, ev mîqdar têra wê yekê dike ku Hizbullah heta du mehên din bi leza niha êrîşên xwe yên rokêtî li dijî Îsraîlê bidomîne.

Artêşa Îsraîlê her wiha bîlançoya operasyonên meha borî eşkere kir û diyar kir ku wan nêzîkî 1,000 endamên Hizbullahê kuştine ku di nav wan de bi sedan endamên yekîneya elît a "Radwan" û fermandarên payebilind hene.

Hat ragihandin ku li seranserê Lubnanê li 3,500 hedefan hatiye xistin. Li aliyê din, Hizbullahê ragihand ku wan zêdetirî 1,000 operasyon pêk anîne û baregehên Îsraîlê yên li Tel Aviv û Aşkelonê kirine hedef.

Parve bike: