Artêsa Neteweyî ya Suriyeyê: Em amade pistgiriya operasyonan bikin
PeyamaKurd- Piştî destpêkirina operasyona Kilit-Kiliç a Asîmanî ku duh bişev ji aliyê Hêzên Artêşa Tirk ve li dijî herêmên Rojava û hin deverên Herêma Kurdistanê hat destpêkirin, ji aliyê Artêşa Neteweyî ya Suriyeyê (SMO) ve jî hat ragihandin ku ew amade ne piştgiriya Tirkiyeyê bikin.
Artêşa Neteweyî ya Suriyeyê ku girêdayiyê Artêşa Azad a Suriyeyê ye û ji aliyê Tirkiyeyê ve piştgirî tê kirin, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ew amade ne di opersyonê de ji qada bejahî piştgiriya Tirkiyeyê bikin.
Daxuyanî, ji aliyê Fermandarê Kolorduyê Hişam Aşkif ve hat dayîn û hat gotin ku
“Operasyona Asîmanî ya Tirkiyeyê, dê berdewam be. Artêşa Neteweyî amade ye ku li deverên bakurê Suriyeyê, tevlî operasyoneke nû ya Tirk a bejahî bibe.”
Li ser encamên operasyonan, ji aliyê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve îro daxuyaniyek hatibû dayîn û hatibû ragihandin ku 13 welatî û şervanekî wan û 15 leşkerên artêşa Sûriyeyê can dane û 9 welatî jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê jî ragihand ku di êrîşa navborî ya Tirkiyeyê de 5 şervanên wan can dane û 2 welatî jî birîndar bûne.
Şeva borî, artêşa Tirkiyeyê bi balafirên şer ên F16, di ser Diyarbekirê re êrîşeke berfireh a asîmanî dabû destpêkirin û li dijî herêmên wekî Kobanî, Eyn Îsa, Şehba û dorûbera Minbicê dabû.