Cîhan
Artêsa Sûriyê tevahiya Helebê kontrol kir
PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku, Artêşa Sûriyê tevahiya bajarê Helebê kontrol kiriye.
Li gorî nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyê (SANA) û televizyona dewletê ya Sûriyê, Artêşa Sûriyê tevahiya Helebê kontrol kiriye.
Li gorî nûçeya Reutersê ku xwe dispêrê Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyê (SANA) û televizyona dewletê ya Sûriyê, terorîstên li herêmê di encama operasyonên rejîma Sûriyê de ji Helebe vekişiyan û tevahiya Helebê hatiye kontrolkirin.
Hêjayî gotinê ye ku piştî kontrolkirina Helebê li gelek deverên Helebê pîrozbahiyên cur bi cur hatin lidarxistin.