TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêsa Tirkî û komên girêdayî wê êrîsî gundewarê bakur-rojhilatê Minbicê kirin

Admin L
Nivîskar
📅 24 hezîran 2021 13:34

PeyamaKurd – Artêşa Tirkî û komên çekdar ên girêdayî wê dîsa êrîşî gundewarê bakur-rojhilatê Minbicê kirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir, artêşa Tirkî, ji baregeha xwe ya li gundê Qîrata ya bakurê Minbicê gundê Hoşeriyê yê bakur rojhilatê Minbicê topbaran kir.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê da zanîn, wan di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşên dagirkeriyê da.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê eşkere kir êrîş bi çekên giran heta berbanga sibê domiya.

 

Parve bike: