Cîhan
Artêsa Yemenê operasyon kir û 13 Hûsiyan kust
PeyamaKurd – Artêşa Yemenê li bajarê Marîbê operasyon kir ser çeperên Hûsiyên ku ji aliyê Îranê ve tên destekkirin û 13 mîlîsên Hûsiyan kuşt. Operasyon serê sibê bo ser bereyê Hûsiyan yê li rojavayê bajarê Marîbê, li navçeya El-Mahdarayê hat kirin û hinek dever jî ketin destê artêşê.
Di demên dawiyê de di navbera artêşa Yemenê û Hûsiyan de li bajarên Marîbê û El-Cewfê şer dijwar bûye.