Cîhan
Avêtin ser 2 gundan û 34 kesan kustin
PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê kesên çekdar yên nasnameya wan nediyar avêtin ser 2 gundan û 34 sîvîlan kuştin. Bûyer li bakûrê Nîjeryayê li eyaleta Kadûnayê li gundên Madamia û Abumê çêbû.
Li gor ajansa Reutersê ev jimara li jorê zêdetire û li gor çavkaniyên cîh, di morgê de 44 cesedan jimartine. Kesên çekdar roja yekşemê siet di 01.30 yê şevê de avêtine ser gundan. Komîserê ewlehiyê Samuel Aruwan li ser mijarê ragihandiye ku di bûyerê de 7 kes jî birîndar bûne.
Li ser bûyerê niha 2 kes hatine binçavkirin û lêpirsîn û hem operasyon dewam dikin.