Cîhan
Avêtin ser ciyê qaçax ya hilberîna sîklihan: 23 kesan binçakirin
PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Bursayê hinek kes li taxa sanayiyê ji xwe re dukkanekî kirê kirine û tê de sîlih û muhîmatên qaçax çêdikirin. Hêzên asayîşê di heman demê de avêtin ser gelek ciyan û 23 gumanbaran girtine. Di nava girtiyan de hene ku hêj polîsin dixebitin û hene ku teqawud bûne.
Ev sê mehe ku hêzên asayîşê wan xistiye taqîbatê. Demançeyên sexte yên ne bera lûla wan diguhêrin û difroşin muşteriyan. Di nava alavên ku bi dest ketine de 22 demançeyên bê ruxset, 19 demançeyên sexte, 5 demançeyên bi rûxset, 85 lûle, 127 fişekên demançê û dezgeyên ku di wan de sîlih tên çêkirin hatin girtin.
23 binçavkiriyên ji aliyê hêzên asayîşê de li baregeha asayîşê îfadeyên wan tên sitendin.