TR KU SO
FB X
Cîhan

Awustrayayê pistî 20 salan erka xwe ya li Afganistanê bidawî anî

Admin H
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2021 23:21

PeyamaKurd – Awustralyayê 80 şêwirmendên xwe yên leşkerî ku di çarçoveya NATOyê de li Afganistanê bûn, piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji herêmê ji Afganistanê vekişand.

Wezîrê Berevaniya Awustralya Peter Dutton, ragihand ku beşdariya welatên wan a şerê 20 salan ê Afganistanê bidawî bûye.

Peter Dutton ragihand ku vekişandina 80 şêwirmendên wan ên leşkerî di nav hefteyên dawî de pêk hatiye û got, her dema ku em li gorî berjwendiyên me yên netewî û hevpeymanên me pêwîst bike, em ê dîsa bibin beşek ji wan helmetan.

Parve bike: