Cîhan
Axios: Danûstandinên teknîkî yên Amerîka û Îranê didomin
PeyamaKurd - Malpera nûçeyan a navdar a Amerîkî Axios û ajansa nûçeyan a Brîtanyayê Reutersê li ser zarê berpirsên Amerîkayê ragihandin ku ligel pêşhatên serbazî yên dawî, danûstandinên teknîkî yên ji bo gihîştina bi rêkeftineke atomî di navbera Amerîka û Îranê de hîn jî berdewam dikin.
Berpirsekî Amerîkayê destnîşan kir ku rêveberiya Donald Trump hîn jî pabend e bi dîtina çareseriyeke dîplomatîk a ligel Îranê da ku kontrola li ser bernameya navokî were misoger kirin.
Heman berpirsî bal kişand ser rêkeftina lihevtêgihiştinê ya meha borî û diyar kir ku ev lihevkirin li ser bingeha pabendbûna dualî hatibû avakirin, lê belê Tehran di bicihkirina sozên xwe de bi ser neketiye û ev yek astengiyên nû derdixe pêşiya proseya aştiyê.