Axios: Fermana amadekariya operasyona berfireh bo Îranê hate dayîn
PeyamaKurd - Li gorî nûçeya Axiosê, Pentagonê ferman da Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ku ji bo destpêkirina operasyonên leşkerî yên berfireh li Îranê amadekariyan temam bike.
Hat ragihandin ku di fermanê de ji bo êrîşan dîrokeke diyar nehatiye dayîn û Serokê DYAyê Donald Trump hêj biryara xwe ya dawî neda ye.
Çavkaniyên amerîkî û îsraîlî diyar dikin ku di encama destpêkirina van operasyonan de dibe ku tesîsên enerjî, binesaziyê û nukleerî yên Îranê werin bombekirin.
Hat destnîşankirin ku ev pêngav dikare beriya hilbijartinên navberê yên li DYAyê û hilbijartinên Îsraîlê pêk were.
Berdevkekî Pentagonê diyar kir ku peywira wan a sereke pêşkêşkirina vebijarkên leşkerî ye û rayedarekî Koşka Spî jî got ku Trump hemû vebijarkan li ser masê digire.
Di vê navberê de, ekîba ewlehiya neteweyî ya Trump li Camp Davidê civîneke berfireh li dar xist û rewşa Îranê gotûbêj kir.
Hat zanîn ku Trump di nava du rojan de du caran bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re telefonê axiviye û di mijara operasyoneke muhtemel de têkiliya her du welatan dewam dike.