TR KU SO
FB X
Cîhan

Axios: Şande Amerîkî bi rêya Hewlêrê peyam gihand Fermandariya Pasdaran

Admin H
Nivîskar
📅 16 tebax 2026 14:30

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya weşana Axios a Amerîkî dispêre çavkaniyên agahdar, di meha gulanê de rêveberiya Koşka Spî ji bo derbaskirina astengiyên di danûstandinên ligel Îranê de serî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daye.

Piştî ku dîplomatên amerîkî gumana wê yekê kirin ku nûnerên Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û Ebas Eraqçî ne xwedî desthilata biryardanê ne û ji aliyê Supaya Pasdaran ve tên astengkirin, Rêvebera Îstixbarata Neteweyî ya DYAyê Tulsi Gabbard bi erêkirina Donald Trump pewendî bi Barzanî re danî.

Ji ber peywendiyên xurt ên dîrokî, zimanê farsî û naskirina wî ya rasterast a ligel rêveberên bilind ên Tehranê, DYAyê daxwaz ji Barzanî kir ku rasterast peyamê bighîne Fermandarê Supaya Pasdaran Ehmed Vahîdî.

Piştî vê daxwazê, di 14ê Gulanê de berpirsekî Pasdaran bi telefonên ewle yên kodkirî hat nivîsgeha Barzanî ya li Hewlêrê û rê da ku pewendiya rasterast di navbera Barzanî û Ehmed Vahîdî de çêbibe.

Vahîdî di vê peywendiyê de tekez kir ku ew piştgiriyê didin şanda danûstandikar û biryarên siyasî yên ji bo çareserkirina aloziyê di bin agahdarî û erêkirina Supaya Pasdaran de ne.

Her çend DYAyê ji Barzanî daxwaz kiribe ku mazûvaniya civîneke nihênî ya di navbera aliyan de li Hewlêrê bike jî, ji ber fikarên ewlehiyê yên aliyê Îranî ev hevdîtin pêk nehat; dîsa jî xebatên dîplomatîk ên ji bo ji nû ve destpêkirina van peywendiyan berdewam dikin

Parve bike: