Cîhan
Azerbaycan û Îran li ser hevkariya leskerî axifîn
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Azerbeycanê Zakir Hasanov û serokerkanê Îranê Muhammed Baqirî li ser pêşdebirina hevkariya leşkerî û mijarên herêmê di rêya telefonê de axifîn. Ragihandin ji terefê ajansa Tesnimê de hat kirin.
Di axaftinê de li ser hevkariya parastina her dû welatan, hevkariya leşkerî û ewlehiya herêmî axifîn.
Di navbera Azerbeycan û Îranê de pirsgirêkên sîxurî û axê hene. Îran, li Azerbeycanê tora xwe ya sîxuran ava dike lê Azerbeycan operasyonan dike ser sîxuran. Mijareka dinê mijara axa Azerbeycanê ye ku Azerbeycana Başûr di bin îşxala Îranê de ye û mijarekî dîrokiye.