Azerbaycanê balyozê xwe ji Yûnanîstanê vekisand
PeyamaKurd – Dewleta Azerbaycanê bi sedema hemwelatiyên Ermenî yên li Yûnanîstanê tevlî şerê Nagorno - Qarabaxê dibin û alîkariya Ermenîstanê dikin, balyozê xwe yê li Yunanîstanê bi şûnde vekişand.
Bi daxuyaniyekê Wezareta Derve ya Azerbaycanê diyar kir, hin hemwelatîyên Ermenî ji Yûnanîstanê diçin Nagorno - Qarabaxê û di operasyonên leşkerî de cîh digirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: ‘‘Me ji Wezareta Derve ya Yûnanîstanê re da zanîn, ku ji Yûnanîstanê û hin welatên din, hemwelatiyên Ermenî diçin axa Azerbaycanê ya dagirkirî û dikevin operasyonên leşkeri, ku me ew agahî ji jêderên eşkere bi dest xistine.’’
Ermenistan û Yunanistan wan îdiayên Azerbaycanê red dikin.
Li ser îdiayên Azerbaycanê, Rêvebirîya Yûnanîstanê gotibû ku ‘’bêbingeh û azarde’’ ye û balyozê xwe yê li wî welatî vekişandibû.