TR KU SO
FB X
Cîhan

Azerbaycanê pistî êrîsa roja Înê Balyozxaneya Îranê bi temamî vala kir

Admin L
Nivîskar
📅 30 rêbendan 2023 18:02

PeyamaKurd – Azerbaycanê piştî êrîşa roja Înê li Tehranê li ser Balyozxaneya Azerbaycanê hatibû kirin û di encamê de du kes hatibûn kuştin, îro 30.01.2023yê diyar kir ku balyozxaneya xwe ya li Tehranê bi temamî vala kiriye.

Hikûmeta Azerbaycanê eşkere kir, tevahiya çalakiyên xwe yên dîplomatîkî rawestandiye û tevahiya dîplomatên xwe jî ji Îranê derxistiye.

Weke tê zanîn ji ber şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê jî di navbera Îran û Azerbaycanê de nakokiyên gelek mezin hene.

 
Parve bike: