TR KU SO
FB X
Cîhan

Azerbaycanê sînordariyên ser veguhestina Ermenistanê rakir: Astî êdî di pratîkê de ye

Admin H
Nivîskar
📅 21 cotmeh 2025 21:14

PeyamaKurd- Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev di civîna çapemeniyê ya li gel Serokkomarê Qazaxistanê Kasim Comert Tokayev de got: "Hemû sînordariyên ku ji ber dagirkeriyê li ser veguhestina barê ji Azerbaycanê bo Ermenistanê hatibûn danîn, hatin rakirin û yekem barê transît yê bi vî rengî, veguhestina dexlên Qazaxistanê bo Ermenistanê bû."

Aliyev li Astanaya paytexta Qazaxistanê piştî hevdîtina dualî û Civîna Duyemîn a Konseya Bilind a Navdewletî ya Azerbaycan-Qazaxistanê derbarê têkiliyên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de axivîb

Aliyev got: "Ez difikirim ku ev nîşaneke baş e ku aştî di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de êdî ne tenê li ser kaxezê, lê di pratîkê de ye jî."

Parve bike: