TR KU SO
FB X
Cîhan

Babul Mendeb bandorê li ARAMCO yê nake

Admin M
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2018 21:17

PeyamaKurd- Pisporên Erebistana Si’ûdiyê dibêjin ku bi sedema rêvebiriya Erebistanê sewqiyata petrolê di Buhira Babul Mendebê de, bo demekî da rawestandin, di bihayê petrolê de bo demeka kurt bihabûn dê çêbibe lê wê zêde dewam neke.

Pisporê stratejiyê yê Erebistana Si’ûdî Elî el-Tewatî dibêje bi sedema tehdîda Babul Mendebê dê demeke kurt bihayê petrolê zêde bibe. Welatên kendavê û Îran di Buhirê Hurmizê de sewqiyata petrolê dikin.

Erebistana Si’ûdî % 66.7 petrola xwe dişine Asyayê

Tawatî ragihand ku Erebistana Si’ûdiyê û welatên Kendavê bo sewqiyata petrola xwe, bi piranî Buhira Hurmuzê bikartînin û Babul Mendebê kêm bikartînin. Hetta Erebistan piraniya petrola xwe dişîne Çînê, Hindistanê, Japonyayê, Kore ya Başûr welatên rojhilatê Asya.

Tawatî dibêje; di destê Erebistanê de alternatîvên ji hev cuda hene û petrola xwe ya li rojhilatê di şûna Babul Mendebê de bi xetên boriye dikare bişîne Behra Sor û ji wê derê bişîne Awrûpayê. Tawatî got ku kapasîta xeta borûyê rojane 3 mîlyon varêl e.

Buhira Babul Mendebê ji xeyrî petrolê bo Erebistanê girînge û bo bazirganiya lîmanên welatên Asyayê, bo Lîmana Ciddeyê an li rojhilatê welat bo lîmana Dammanê û bazirganiya Awrûpayê bikartîne.

%5 bazirganiya dinyayê di Babul Mendebê de çêdibe û vê derê bo dinyayê gelek girîng e. Lewra pispor Tawatî dibêje:

“Bi vê sedemê dê tehdîd zêde dewam nekin. Hetta bo ewlehiya herêmê dibe ku hêzeka navdewletî bê avakirin.”

Şîrketa petrolê ARAMCO ya Erebistana Si’ûdiyê, li gor rêjeyên 2016an, Erebistan %66,7 ê sewqiyata petrola xwe bo Asyayê kiriye.

Çareserî nêz e

Pisporê petrolê Sedad El-Huseynî dibêje piştî di Behra Sor de ku keştiya Erebistanê rastê êrîşa Hûsiyan hat û sewqiyata Babul Mendebê bo demkî da rawestandin, wê ev hal zêde dewam neke, ji ber ev mijar mijareka navdewletiye, wê çareseriya wê jî zû çêbibe.

Ev kiryar kêmasiyê nexistiye karê şîrketa xaz û petrolê ARAMCO ya Erebistana Si’ûdiyê. Wê di vê demê de, wê borûyên nav welat bên bikaranîn.

Bihabûna petrola xam demkiye

Huseynî got wê bi sedema Babul Mendebê, bo demekî bihayê petrola xam zêde bibe lê di nava demeka kurt de, wê her tişt normal bibe.

ARAMCO di dinyayê de ji her 8 varêlî 1 varêl petrolê ew derdixe an ku petrola dinyayê ji 8a 1 jê Erebistan derdixe.

Parve bike: