Cîhan
Bahreyn: Îran bi İHAyan li me xist
PeyamaKurd – Dewleta Bahreynê ragihand ku Îran bi İHAyan li welatê wan xistiye û ji Îranê xwest ku li pey peymana hatiye îmzakirin herin.
Bahreynê ragihand ku vê sibê Îran bi İHAyan li wan xistiye û ev êrîş peymana navbera her dû terefan dixe xeterê.
Wezareta karên derve ya Bahreynê di ser ajansa fermî ya Bahreynê de ragihand ku êrîşa vê sibê hatiye kirin îhlala desthilata Bahreynêye.
Bahreynê Îranê bi afirandina kaosê an tevlihevkirinê tewan kir û got Îran xebatên ji bo aştiya navdewletî sabote dike.