Cîhan
Balafira Amerîka ya leskerî ket
PeyamaKurd- Balafireka leşkerî ya Amerîka tîpa F-15 li başûrê Japonyayê nêzî Girava Okinawayê ket. Li gor ragihandina ajansa Japonî Kyodo, hêzên parastina hewayî yên Japonya û artêşa Amerîka ragihandine ku jeta Amerîkî serê sibê ji baregeha Kadeanyê bi hewa ketiye û piştî 80 km yî ketiye lê pîlot bi saxî xelas bûye.
Hat gotin ku fira balfirê ji ya daîmiye û halê pîlotê ku hatiye rizgarkirin başe. Lê di demên dawiyê de balafir û helîkopterên ku ji baregehên Amerîkayê bi hewa dikevin, zêde qeza dikin û li ser sîvîlan bandoreka neyînî dikin.
Wezîrê bergiriyê yê Japonyayê Itsunori Onodera bo tedbîr bên sitendin û car din tişteka weha tekrar nebe, hişyariyê dane artêşa Amerîkayê.