TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafira geştiyaran ket: 13 kes mirin

Admin H
Nivîskar
📅 02 tebax 2026 14:20

PeyamaKurd - Li welatê Amerîkaya Başûr Perûyê, balafireke biçûk a geştûguzariyê ku geştiyar vediguhestin kete xwarê û 11 geştiyar û 2 pîlotên tê de bûn can dan.

Li gorî zanyariyan, balafira ji cureyê "Caravan C-208" ku li ser herêma arkeolojîk a naskirî "Nazca Lines"ê difiriya, ji ber sedemeke ku heta niha nediyar e ketiye û di encamê de 11 tûrîst û 2 pîlotan jiyana xwe ji dest dane.

Ajansa nûçeyan a dewleta Perûyê ragihand ku ji geştyaran 2 kes welatiyên Almanyayê, 2 kes welatiyên Îspanyayê û 7 kes jî yên Îtalyayê bûn.

Parve bike: