Cîhan
Balafira herî mezin a cîhanê tê firotin
PeyamaKurd – Balafira herî mezin a cîhanê ku heta niha tenê carekê hatiye firandin bi bihayê 400 milyon dolaran derket bazarê.
Kompaniya Vulcan a Amerîkî ku karsazê xwediyê wê Paul Gardner Allen sala borî wefat kiribû, balafira wî ya di 8 salan de hatibû sêwirandin û çêkirin difiroşe.
Li gor nûçeya NBCyê balafira bi navê Stratollaunch ku niha li balafirgeheke eyaleta Kalîforniyayê dimîne û perên wê bi qasî stadyuma futbola Amerîkanî (117 metre) mezin in.
Balafir bi 6 motorên jetan difire û meha Nîsana îsal cara ewil rabûbû esmanan û piştî du saetên firînê bi awayekî serkeftî hatibû xwarê.
Ew balafir ji bo barkirina fuzeyên fezayê hatiye sêwirandin ku niha kompaniya xwediyê balafirê bi 400 milyon dolaran derxistiye mezadê.