Cîhan
Balafira Îngîlîz ya F-35 ket
PeyamaKurd – Balafira Îngîlzî ya aîdê Îngîltere piştî ji keştiya Deryayê ya bi navê Queen Elizabeth ku li Derya Sipî bû, bi hewa ket û di fira xwe ya normal de ket deryayê. Wezareta bergiriyê ya Îngîltere di ragihandina xwe de weha got:
“Balafira ku ji keştiya HMS Queen Elizabethê, vê sibê, ji bo fira xwe ya normal bi hewa ket, ket deryayê û pîlotê wê xwe jê avêt.”
Hat ragihandin ku pîlot bi ewlehî dageriyaye keştiyê, li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û wê zêdetir şiroveyan nekin.
Balafira bi bihayê sed milyon Sterlînî ya F-35, cara ewiliyê weka zayi’ata Îngîltere dikeve nav dîroka Îngîltere.