TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafira Rûsya xwe danî balafirgeha Azerbeycanê

Admin M
Nivîskar
📅 12 adar 2019 01:17

PeyamaKurd- Li ser îxbara ku di balafirê de bombe heye pîlotê balafira Rûsyayê ya Ural Air Linesê bi awayeka bilez xwe danî balafirgeha Bakuyê ya Azerbeycanê.

Bûyer îro piştî nîvro li dora siet 3 yan çêbû. Balafir sefera Bahreyn-Moskovayê dikir. Pîlot dema xwe danî, xwest bi awayeka bilez rêwiyên balafirê bên tehliyekirin. Di balafirê de 225 kes hene û di mijara ku di balafirê de bombe hat bidestxistin an na, ti agahî nehat dayîn.

Parve bike: