TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafireke F-35 a Amerîkayê li Deryaya Çînê ket

Admin H
Nivîskar
📅 25 rêbendan 2022 20:32

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku balafireke cûreya F-35 a Hêzên Deryavaniya Amerîkayê li Başûrê Deryaya Çînê, dema xwestiye dakeve ser keştiya USS Carl Vinson ketiye û 7 deryavanên Amerîkî birîndar bûne.

Fermandariya Fîloya Pasîfîk a Amerîkayê ragihandiye ku bi alîkariya helîkoptereke din a hêzên deryavaniyê pîlotê balafirê bi awayekî ewle hatiye rizgarkirin.

Fermandariyê daye xuyakirin ku ew qezaya ketina balafirê roja duşemê dema operasyonên firînê rû daye û zêdetir agahî nehatin belavkirin.

Parve bike: