TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafireke nenas baregeha komeke îranî bombebaran kir

Admin H
Nivîskar
📅 25 berfanbar 2020 01:02

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafireke nehatiye naskirin bê ya kîjan aliyî ye, li rojhilatê Dêrazorê êrîşî xalên hêzên girêdayî Îranê kir ku tê texmîn kirin ew balafira Îsraîlê ye.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafira keşfê ya nenas li dijî baregeheke leşkerî ya komeke girêdayî Îranê li herêma El-Hawî El-Xerbî ya li nêzî bajarê Meyadîn ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê êrîşek pêk anî.

SOHRê daye xuyakirin, ambulansan berê xwe daye cihê bûyerê û komên bi ser Îranê ve derdora cihê bûyerê dorpêç kirine ku agihayên piştrastkirî hene ku di êrîşê de endamên koma “El-Fatîmiyûn” a Afganî hatine kuştin.

Beriya niha jî êrîşên bi vî rengî li ser hêzên îranî yên li Sûriyê hatibûn kirin ku her çiqas Îsraîlê bi eşkeriyî êrîş li xwe negirtine jî tê gotin ew êrîş ji aliyê Îsraîlê ve têne kirin.

Parve bike: