TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafirên B-1 û B-2 ji DYAyê çûn Îngîltere

Admin M
Nivîskar
📅 06 adar 2026 22:22

PeyamaKurd – Balafirên hêzên hewayî yên Amerîkayê (DYA) ji Texasê ji baregeha leşkerî ya Dyessê hereket kirin û çûn balafirgeha Îngîltere ya bi navê RAF a Fairfordê.

Ev sewqiyata balafirên mezin nîşan dide ku wê DYA li hemberê Îranê bikeve nav tevgerekî mezin. Balafir dikarin fuzeyên herî mezin yên di dinyayê de hilgirin û bê ku bikevin dîdara radarê, ji bo wextekî dirêj dikarin bifirin. Wê refekî din yê balafirên mezin car din ji bo piştekkirina balafirên navborî jî bişînin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wexta operasyona mezin ya ser Îranê hatiye û weha dewam kir:

“Wexta operasyona mezin ya ser Îranê nêz bûye. Me heya niha ji dil li wan nexistiye. Pêla mezin hêj destpênekiriye.”

Wezîrê bergiriya DYAyê Pete Hegseth got ku bi îzna Îngîltere baregehên Îngîltere bikartînin û wê êrîşen ser Îranê zêdetir bikin.

Parve bike: