TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafiren serî yen rûsî bergirî li jeteke NATOyê kirin

📅 14 tebax 2019 12:49

PeyamaKurd -  Hat ragihandin ku jeteke NATOyê ji ber ku nêzî balafira Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Şoygu bûye, ji aliyê balafirên şer ên Su-27 ên Rûsyayê ve hatiye astengkirin.

Artêşa Rûsyayê ragihand ku jeteke NATOyê li Deryaya Baltikê nêzî balafira Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu bûye.

Li gorî daxuyaniya fermî; Jeteke F-18 Hornetê nêzî balafira Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ku ji xaka Kaliningrad a Rûsyayê ya li Ewropayê çûye Moskovê, bûye. Li ser vê yekê 2 balafirên şer ên Su-27 ên Rûsyayê pêşiya jeta NATOyê birîne.

Rûsyayê dîmenên wê kêlikê jî weşandin.

Parve bike: