TR KU SO
FB X
Cîhan

Balgîv danî ser devê jina xwe û di xew de bi demançê kuşt

Admin M
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2026 16:18

PeyamaKurd – Li bajarê Adana yê Tirkiyê li navça Yüreğirê jina bi navê Hatice Mine Kocamaz (40) bi zilamê xwe re li hev nedikir û li ber berdanê bû.

Zilamê wê H.E.K. li rêvebiriya asayîşê dixebitî û bekçî bû. Hatice Mine Kocamaz di şaredariya navça Pozantiyê de dixebitî û memûr bû. Bi sedema bi mêrê xwe re li hev nedikir li dadgehê doza telqaberdanê vekiribû.

Zilamê wê H.E.K., nedixwest jinik wî berde û çû mala Hatice Mine Kocamaz da dev ji berdanê berde. H.E.K. li malê dima jina wî di xew de bû, balgîvekî da ser devê jina xwe, demançê berdayê û jina xwe kuşt.

Dema dengê demançê çû xelkê taxê, xeberê dan asayîşê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê rûdanê. Dema tîmên tenduristiyê kontrolê kirin, dîtin ku Hatice Mine Kocamaz can daye.

Cesedê jinikê birin morga tiba edlî ya bajarê Adanayê ji bo otopsiyê.

Birayê Hatice Mine Kocamaz yê bi navê Yılmaz Yılgıncan ragihandiye ku gelek deynê zilam hebûye, bi qumarê dileyîstiye û xwuşka wî li ber çavê xwarziyê/xwarziya wî yê/ya 7 salî di wexta xwuşka wî di xewde bûye, kuştiye.

Hêzên asayîşê ji bo kujer H.E.K. bigrin, xebatê kirine û kamerayan şopandine û ciyê ku kujer çûyê tesbît kirine. Di nav 30 deqeyan de karibûne kujer bigrin.

Cenazê Hatice Mine Kocamaz ji bo defnê birine goristana binavê Burukê.

Parve bike: