Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî: Sebra Trump bi Îranê re sînordar e
PeyamaKurd - Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz hişyarî da Tehranê ku ji bo gelê Îranê derfeteke mezin a guhertinê heye, lê sebra Serokê Amerîkayê Donald Trump "sînordar e".
Balyoz Waltz bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî X, derbarê siyaset û aloziyên herêmî yên Îranê de daxuyanî da.
Waltz got, "Cîhan êdî nikare ji ber siyasetên Îranê êşê bikşîne," û tekez kir ku divê Tehran bi tevahî biryar û sozên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bicîh bîne.
Dîplomatê Amerîkî diyar kir ku divê civaka navneteweyî rejîma Îranê berpirsiyar bigire, û derbarê gelê Îranê de jî got:
"Divê ez bibêjim ku derfeteke rastîn û erênî ji bo berjewendiya netewe û gelê Îranê niha li ser maseyê ye. Lêbelê, divê Tehran bizanibe ku sebra Serok Trump sînordar e."