TR KU SO
FB X
Cîhan

Balyozê Fransî: Awustralyayê em ji pistê ve kêr kirin!

Admin H
Nivîskar
📅 20 îlon 2021 03:20

PeyamaKurd – Balyozê Fransa yê Awustralyayê Jean-Pierre Thebault ku ji ber betalkirina rêkeftina 90 milyar dolaran a hilberîna keştiyên noqavî paşde hat vekişandin, beriya ji Awustralyayê derkeve daxuyanîyên girîng dan.

Jean-Pierre Thebault, ew karê ku di rêkeftina Amerîka, Brîtanya û Awustralyayê ya 16ê Îlonê de hatiye kirin wekî xetayeke mezin şîrove kir û got ku dijî dîplomasiy a navbera herdu welatan e û karekî nebikêr e ji bo Awustralyayê.

Balyozê Fransî herwiha ew helwesta Awustralyayê wekî ji piştê ve kêrkirina bi nav kir û diyar kir, şirîkatiya wan li gorî feraseta dualî ya bawerî û dilsoziyê bû.

Parve bike: