Balyozê Îranê: Îran destwerdanê di karûbarên navxwe yên Iraqê de nake
PeyamaKurd – Bi daxuyaniyekê Balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescidî diyar kir; Îran destwerdanê di karûbarên navxwe yên siyasî yên Iraqê de nake.
Îrec Mescidî ji çapemeniyê re ragihand: “Tehran destwerdanê di karûbarên navxwe yên siyasî yên Iraqê de nake, lê aliyên siyasî bi xwe dixwazin bi Îranê re bişêwirin.”
Mescidî da zanîn, hemû aliyên siyasî yên Iraqê, peywendiyên wan ên erênî ligel Îranê heye.
Balyozê Îranê yê li Bexdayê, serdana Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Îsmaîl Qanayî bo Bexdayê û civîna wî ya ligel çend rayadaran piştrast dike û dibêje, liv û tevgera Îranê li Iraqê, di çarçoveya bihêzkirina hikûmet û handana aliyên siyasî de ye ji bo yekbûnê.
Demên dawî, beşek ji serkirdeyên siyasî û çavdêrên siyasî, Îran û Amerîkayê weke sedema aloziyên Iraqê tohmetbar dikin. Herî dawî jî Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir: “Ez banga xwe li cîranê me yê xoşewîst Komara Îslamî ya Îranê dikim, eger hûn rêz li serweriya Iraq û hikûmet û serxwebûna wê digrin, Iraqê ji milmilaniyan dûr bixin.”