Cîhan
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê hemû karên xwe rawestandin
PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihand ku hemû karên xwe û heta temamê hevdîtinên xwe jî hatine rawestandine.
Balyozxaneya Amerîkayê daxuyaniyê de ragihand: ‘Balyozxaneya me li Hewlêrê bo vîze û xizmeta hemwelatiyên Amerîkayê dê vekirî bimîne.’’
Daxwaz jî li hemwelatiyên Amerîkayê yên li Iraqê tê kirin, nêzîkî avahiya balyozxaneyê li Bexdayê nebin.
Herwiha balyozxaneya Amerîkayê teqez jî kir konsolxaneya welatê wan a li Hewlêrê dê karê vîze dayînê berdewam bike.
Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî bang li alîgirên Heşda Şeibiyê kiribû ku ji deve Balyozxaneya Amerîkayê vekişin û piştî kurtedemekê hemû xwepêşander bi paşde vekişiyabûn.