Cîhan
Baregeha Amerîkî ji ber alarma bombeyê hat valakirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Baregeha Hêzên Asmanî ya Amerîkayê ya Yokota ku li rojavayê paytexta Japonya Tokyo ye, ji ber alarman bombeyê hate tehliyekirin.
Ajansa Kyodo a Japonî ragihandiye ku ji bo Baregeha Asmanî ya Yokotayê îxbara bombeyê hatiye kirin û piştî wê jî baregeh ji çûnûhatinan re hatiye girtin.
Herwiha hat diyarkirin ku piştî alarma bombeyê, personelên leşkerî yên di avahiyên baregehê de yên Amerîkî û Japonî hatine tehliyekirin.
Li gorî nûçeyê biryargeha 374. a nava baregehê jî bi temamî hatiye valakirin. Piştî alarma bombeyê bi qasî 3 saetan jî hatiye ragihandin ku rewş ewle bûye û ji nû ve baregeh ji çûnûhatinan re hate vekirin.
Di Baregeha Yokota de, bi qasî 14 hezar hêzên Amerîkî û personelên Japonê kar dikin.