Cîhan
Baregehên Haşdî Şabî bombebaran kirin
PeyamaKurd –Hucra Ewlehiya Medya Iraqê encama bombebarana ser baregehên Haşdî Şabiyê yên îşevê ragihand.
Hucre, ragihand ku di encamê de mîlîsekî miriye û 3 mîlîs birîndar bûne. Hucre got ku îşev seet di 18.10an de li bajarê Mûsilê, balafirên nasnama wan nediyar Tûgaya 40em û tabûra 33 yem bombebaran kirine ku aîdê Haşdî Şabî ne.
Hucre ragihand ku êrîş “Îhala Mafe” û ji bilî zayiata canî, di her dû baregehan de xesara maddî ya zêde çêbûye.
Çavkaniyên ewlehiyê ragihandine ku êrîş bi vêya re sînordar nemaye û li Mûsilê li devera Qayarayê, li sînorê Babîlê û nêzî Curf el-Sakharê li devera bajarê Anbarê li herêma Gehawiyê jî çêbûye û 3 caran hatine bombekirin.
Li herêma Gehawiyê yekîneyên 45em yên Tûgayê yên “Haşdî Şabî ya Anbarê” binecîh ne.